JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Serlêdana ku li ser navê Birêz Abdûllah Öcalan li dijî cezaya hepsê ya girankirî hatibû kirin, di 18ê Adara 2014an de ji aliyê DMMEyê ve hat qebûlkirin û di encamê de biryara binpêkirinê hat dayîn. Piştre, di serlêdanên ku li ser navê Birêz Hayatî Kaytan, Birêz Emîn Gurban û Birêz Civan Boltan hatine kirin de jî biryarên binpêkirinê yên wekî hev hatin dayîn.
Me ji bo misogerkirina pêkanîna van biryarên ku li ser mafê hêviyê, wekî gelek rêxistinên civaka sivîl û baroyan, di 4ê Hezîrana 2026an de, derbarê serlêdana Benda 9.2 de, agahdariyeke demkî pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.
Serlêdan ji aliyê ÖHD, ÎHD, TOHAV, CÎSST, ÇHD, Baroya Êlihê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Îdirê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê û Baroya Wanê ve hat kirin.
Ji bo pêkanîna mafê hêviyê; Em bang li gelê xwe, raya giştî ya demokratîk, rêxistinên civaka sivîl û baroyan dikin ku hesasiyet nîşan bidin û li ser xwe berpirsiyariyê bigirin.