Me bi dilêşî û xemgînîyeke mezin agahîya koça dawî ya Endamê Desteya Hevserokatîya PYDê Salih Muslim bihîst.
Bavê Welat, bavê şehîdekî, dostekî nêz, pêşengekî mezin, sîyastmedar û welatparêzekî Kurd yê hêja bû. Di 40 salên borî de rolekî mezin di têkoşîna azadîya gelê Kurd de lîst û gelek caran ji alîyê rêjîma Baasê ve hat girtin û sorgunkirin. Herwiha, bavê Welat di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rolekî pêşeng lîst.
Em ê şopa şehîdê doza gelê Kurd bavê Welat dewam bikin heta hêvîyên wî bicih bînin.
Serê malbatê, PYD û yê gelê Kurd sax be.