Joined March 2017
2,991 Photos and videos
mirov bi parsa ber deriyê dojehan nabe xwediyê bihuştan welatê min di devê min de qelûn e ev der efrîn e, axeke birûn e ... Hemû Helbest Rênas Jiyan @renasjiyanrenas Belkî @WesanxaneBelki
4
20
300
Ku mirov bi usul û rêz û hirmet bipirse, ez bersiva her kesî didim; lê kesê ku hedê xwe nizane, ez ê bersiva wî/wê nedim û wî/wê asteng bikim.💯
3
8
222
KOLONYALÎZM, NASNAME Û RIZGARÎ Di sedsala bîstî û bîst û yekê de, fêm û têgihiştina kolonyalîzmê weke xaniyekî xerabe û têkçûyî ya mîrada dîrokî ya derûnî dimîne. Lêbelê, li gorî teorîsyenên dijkolonyal yên wekî Frantz Fanon, Albert Memmi û Gayatri Chakravorty Spivak, kolonyalîzm ne tenê xwediyê rade û astek siyasî û aborî ye, lêbelê di heman demê de sazî û avahiyeke îdeolojîk û derûnnasiyê ye ku hîn jî bandorên xwe li ser civakên piştî-kolonyal (postcolonial) diafirîne. Di vê xebatê de em ê li ser çend pîvanan rawestin: pêşî, têgihiştina kolonyalîzmê weke serweriya çandî û derûnî; duyem, girêdana di navbera nasname, ziman û serdestiyê de; sêyem, rola wêjeyê di têkoşîna azadiyê de; û çarem, nirxandina nû ya bîrdoziya postkolonyal di çarçoveya kapîtalîzmê de. Em ê ji fikr û ramanên Fanon, Memmi, Ngũgĩ wa Thiong'o, Spivak (1988), Chatterjee û yên din sûd werbigirin. brahimaluci.blogspot.com/202…
1
5
24
737
@grok dibêje:''Post kolonyalîzmê (wekî saziyeke îdeolojîk û derûnnasî) vedikole, ne tenê siyasî/aborî. Bi alîkariya teorîsyenên wekî Fanon, Memmi, Spivak û Ngũgĩ wa Thiong'o dibêje ku kolonyalîzm hîn jî di civakên piştî-kolonyal de bandor dike, bi taybetî di warê çand, ziman û nasnameyê de. Li ser van mijaran radiweste: Serweriya çandî û derûnî Girêdana nasname-ziman-serdestiyê Rola wêjeyê di rizgariyê de Nirxandina postkolonyal di serdema kapîtalîzmê de.''
1
3
8
138
RT @helbestxanim: ..... "Weke ku Fanon gotibû, rizgariya rastîn ne tenê veguherîna siyasî ye, lê guherîneke bingehîn a di pêwendiya di nav…
4
Xello, xellîna. Malê heram, bi heramiyê diçe. Dijminê me yê mezin karê me ye. Bila dar xwar be, bila hoste rast be. Xwedê mere bistirîne ya mere hay jê heye û ya mere hay jê tune. Gotinên pêşiyan Bindest bihevdûpîskirinê dixwazin xwebûna xwe ji ava qirêj a bindestiyê bişon, lêbelê ava xwebûna xwe hîn bêtir qilêr û qirêttir dikin.
9
65
782
Mirov, di ziman de dijî. Xwebûn, xwe di ziman de dibîne. Tiştê ku nayê gotin jî di gotinê de heye. 'Hiş'mendiya mirov li ser zimên hatiye sazkirin. Heger mirov nizane be ew kî ye, nikare bizane bê çi dixwaze jî. Mirov di çavên yên-din de tê avakirin — û carinan di wan çavan de winda dibe. Gotinên derûnkolerî (psychoanalysis)
1
6
33
690
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
شرۆڤەی ناساندنی ژانی گەل؛ ئازاری نەتەوەیەک لە نێوان زیندان، شاخ و لەدایکبوون‌دا ڕۆمانی «ژانی گەل»ی ئیبراهیم ئەحمەد یەکێکە لەو بەرهەمە ئەدەبییانەیە کە ئازار، خەبات و هیوای نەتەوەیەک لە چارەنووسی تاکەکەسەکاندا ئەخاتە بەرچاو. ئەم ڕۆمانە دەقێکی قووڵە کە تێیدا ئازاری تاک ئەبێتە ئاوێنەیەک بۆ ڕەنگدانەوەی ئازاری بەکۆمەڵی گەلێک. نووسەر، لە ڕێگەی چارەنووسی کارەکتەرەکانییەوە، وێنەی نەتەوەیەکی گەمارۆدراو و بریندار، بەڵام زیندوو و خاوەن هیوا، داڕشتووە؛ نەتەوەیەک کە بەدەست ئازارێکی تاقەتپڕووکێنەوە ئەناڵێنێت، ئازارێک کە ئەتوانێت مژدەی لەدایکبوونێکی نوێ بدات. بۆ تێگەیشتن لە هێزی ڕەخنەیی و ئەدەبیی ئەم ڕۆمانە، پێویستە سەیری ئەو سەردەمە بکەین کە تێیدا نووسراوە. نووسەر لە قۆناغێکدا ئەم دەقەی خولقاندووە کە سەرکوتکاریی سیاسی، بێبەشکردنی نەتەوەیی لە ئازادی و چەوساندنەوەی کورد لە لووتکەدا بوون. کەوتنی کۆماری کوردستان، ئاوارەبوونی چاوساقان و ڕۆشنبیرانی کورد، بەندیخانە و کەشوهەوای ترس و تۆقاندن، هەموویان باڵیان بەسەر کوردستاندا کێشابوو. بەڵام لە هەمان کاتدا، ئەم دۆخە نیشانەی پەرەسەندنی خەباتی نەتەوەیی و گەشەکردنی ئاگاییی نەتەوەیی بوو. لەم چوارچێوەیەدا، بڕیاری نووسین بە زمانی کوردیی و باسی ئازارەکانی گەلی کورد، خۆی لە خۆیدا بەرگری و ڕووبەڕووبوونەوەی داگیرکەر بوو. یەکێک لە خاڵە بەهێزەکانی ڕۆمانەکە، لە ڕوانگەی ڕەخنەی ئەدەبییەوە، توانای نووسەرە لە گۆڕینی شوێنە کۆنکرێتییەکان بۆ هێمای فرەڕەهەند. بۆ نموونە، زیندان لە دەقەکەدا تەنیا چوارچێوەیەکی داخراو بۆ ڕاگرتنی زیندلنیەکان نییە؛ بەڵکوو ئەبێتە مێتافۆرێک بۆ خودی دۆخی گەلی کورد. زیندانییەکە تەنیا تاکێکی بەندکراو نییە، بەڵکوو وێنەی نەتەوەیەکی بێبەشکراو لە ئازادییە؛ نەتەوەیەک کە جووڵە، زمان، ناسنامە و چارەنووسی کۆنترۆڵ کراوە. بەم شێوەیە، ژووری زیندان بووەتە وێنەیەکی بچووککراوەی نیشتمانێکی داگیرکراو، و جەستەی بەندکراویش بووەتە ئاماژەیەک بۆ نەتەوەیەکی بەندکراو. لە بەرامبەر زینداندا، شاخ وەک هێمایەکی پێچەوانە دەرئەکەوێت. لە ئەدەبیاتی زارەکی و خەیاڵدانی کوردیدا، شاخ هەمیشە شوێنی بەرگری، پەنا و پاراستنی کوردان بووە. هەرچەند ژیانی شاخ سەخت و دژوارە، بەڵام لە ناخی کورددا وەک هێمای ئازادی ماوەتەوە. لە «ژانی گەل»دا شاخ تەنیا لە بەرامبەر زینداندا دانانرێت، بەڵکوو بووەتە شوێنی خۆڕاگری، پاراستنی هیوا و چاوەڕوانیی لەدایکبوونێکی نوێ. بەڵام پرسیارێکی گرنگ لێرەدا سەرهەڵ‌ئەدات: هیوا تا کەی لە شاخ ئەمێنێتەوە؟ شۆڕش کەی لە شاخەوە ئەگوازرێتەوە بۆ شار؟ لێرەدا جیاوازییەکی گرنگ لەگەڵ مێتافۆری کاوەی ئاسنگەر دەرئەکەوێت. لە ئەفسانەی کاوەدا، شاخ دەستپێکی خەبات و خۆڕێکخستنێکی کاتییە؛ شوێنێکە کە لێیەوە ئەگەڕێنەوە بۆ دامەزراندنی دەسەڵاتێکی نوێ. بەڵام لە پەخشان و شیعری نوێی کوردیدا، شاخ زۆرجار وەک پەناگەی شۆڕش و شۆڕشگێڕان نیشان دراوە، بەبێ ئەوەی کۆتایی مانەوە لە شاخ بە ڕوونی دیاری کرابێت. گرنگترین مێتافۆری گێڕانەوەکە لە خودی ناونیشانی ڕۆمانەکەدا خۆی ئەنوێنێت: ژانی گەل. وشەی «ژان» لێرەدا تەنیا ئازاری جەستەیی نییە، بەڵکوو ئاماژەیەکی ڕاستەوخۆیە بۆ ئازاری لەدایکبوون. بۆیە گەلی کورد لەم دەقەدا وەک ژنێکی دووگیان نیشان دراوە کە چاوەڕوانی لەدایکبوونێکە. ئەم وێنەیە زۆر بەهێزە؛ چونکە ئازار و مەینەتی لە دۆخێکی بێهیوایانەوە گۆڕاوە بۆ پرۆسەیەکی مێژوویی و بەرهەمهێن. گەل ئەناڵێنێت، بەڵام ئەو ناڵاندنە تەنیا دەربڕینی مەینەتی نییە؛ مژدەی لەدایکبوونێکی نوێش لەگەڵ خۆیدا هەڵگرتووە هەروەها پێویستە ئەوەش لەبەرچاو بگرین کە نووسەر گەلی کورد وەک قوربانییەکی بێدەسەڵات نیشان نادات؛ بەڵکوو وەک گەلێکی بریندار، بەڵام نەمر و خاوەن توانای بەرگری و خەون وێنا کردووە. بۆیە لێرەوە، ئازار و ترس نەبوونەتە هۆی کۆتایی، بەڵکوو بوونەتە هۆی بزوێنەری هۆشیاری، خۆناسین و ویستی ڕزگاری. بە نووسینێکی ڕیالیستی و دوور لە دروشم، «ژانی گەل یارمەتی ئەدات کە مێژووی کورد تەنیا وەک کۆمەڵە ڕووداوێکی سیاسی نەخوێنینەوە؛ بەڵکوو وەک مێژووی هەست، ئازار، هیوا، یادەوەری و بەرگری لێی بڕوانین. بۆیە ئەم ڕۆمانە، جیا لەوەی بەرهەمێکی ئەدەبییە، هەوڵێکیشە بۆ نیشاندانی دۆخی نەتەوەیەک کە لە نێوان زیندان، شاخ و چاوەڕوانیی ژیانێکی نوێدا گیرۆدەیە. لە کۆتاییدا، «ژانی گەل» خوێنەر بانگهێشت ئەکات ئازاری کورد نەک تەنیا وەک سکاڵا، بەڵکوو وەک ئەزموونێکی مێژوویی و هۆشیارییەکی بەکۆمەڵ بخوێنێتەوە. چونکە زمان، یادەوەری، ئازاری هاوبەش و توانای گۆڕینی ئەو ئازارە بۆ هۆشیاری و خۆئاگایی، ئەو هێزانەن کە ئەتوانن ڕێگە بۆ ڕزگاری و سەربەخۆبوون بکەنەوە.🌿 کتێبەکە بەدەنگ و پیدف👇🏻: t.me/ktebbb/51
8
20
594
Paxir jî zer e, lê ne zêr e. Aqil mû dibire, lê bêbextiyê nabire. Mêrê çê sergêr e, mêrê kotî bingêr e. Devê ku hînî derewan bibe ray lê nabe. Gotinên pêşiyan Mirov dibê qey hin mirov fêris in, lê tu dîn û bala didê wan weke liba gêris in.
2
18
93
1,379
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Ji rûpela @brahimaluci hat standin
7
11
337
Bi saya serê Hişê Çêkirî / HÇ (Artificial Intelligence / AI), serîlêdana blogê brahimaluci.blogspot.com/?m=… rojane zêde dibe û ji her çar aliyên dinyayê mirov nivîsên blogê dixwînin. Ji gelek welatên cihanê peyam tên şandin — lêbelê mixabin, heta niha kurdekî/kurdekê jî peyamek neşandiye. 😔 brahimaluci.blogspot.com/?m=…
6
35
672
Xwebûn, bi naskirinê tê ava kirin. Ziman, cihê ku xwebûn (self) lê tê avakirin e. Hevdilî (empathy), ne amûr e; pêwendiya bingehîn a mirovan e. Bibîranîna azad ( free association), zimanê derhişiyê (unconscious) ye. Trawma kesayetiyê perçe dike; perçeyek wî/wê di wê kêliyê de dimîne. Laş, heya dengekî ewle û dilovan nebihîse; di nava xubara trawmayê de dimîne. Trawma di nava bêdengiyê de dimîne, heya ku cihekî ewle û şahidekî pê bawer bibîne. Gotinên derûnkolerî (psychoanalysis) Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
1
8
31
464
Xwebûn, bi naskirinê tê ava kirin. Ziman, cihê ku xwebûn (self) lê tê avakirin e. Hevdilî (empathy), ne amûr e; pêwendiya bingehîn a mirovan e. Bibîranîna azad ( free association), zimanê derhişiyê (unconscious) ye. Gotinên derûnkolerî (psychoanalysis)
1
5
25
342
Trawma kesayetiyê perçe dike; perçeyek wî/wê di wê kêliyê de dimîne. Laş, heya dengekî ewle û dilovan nebihîse; di nava xubara trawmayê de dimîne. Trawma di nava bêdengiyê de dimîne, heya ku cihekî ewle û şahidekî pê bawer bibîne. Gotinên derûnkolerî (psychoanalysis)
5
15
246
Mirov ahl be, kar sehal e. Aqilê mirov, rêberê mirov. Serê xwe bide, bextê xwe nede. Gotin hene zêr in, gotin jî hene ava cêr in. Gotinên pêşiyan
1
10
58
677
HIŞÊ ÇÊKIRÎ – HÇ (AI) Û JIBÎRKIRIN Fêrkirina tiştekî ji modelên hişê çêkirî (artificial intelligence) karekî hêsan nîn e. Lê ya ji vê jî zortir ev e: Modeleke hişê çêkirî ya hatiye perwerdekirin neçêkirina tiştên ku dizane, bi taybetî dema ku ev model li ser bingeha torên noronî yên çêkirî (artificial neural networks) bin. Çawa dikare modeleke hişê çêkirî ji tiştên xelet, xeternak, ziyandar an jî kevn û derbazkirî yên ku dizane were xelaskirin — ev îro qada lêkolînê ya her roj mezintir dibe. brahimaluci.blogspot.com/202…
1
7
34
503
HIŞÊ ÇÊKIRÎ – HÇ (AI) Û JIBÎRKIRIN Xebatên yekem ên li ser makîneya jibîrkirinê ji aliyê rêziknameyên nepenîtiyê (privacy regulations) yên Yekîtiya Ewropayê ve hatine han û motîvekirin — bi taybetî "mafê jibîrkirinê" (right to be forgotten) yê di nav rêziknameyên GDPR de cih girtiye. Ev rêziknama di sala 2014an de cara yekem derket meriyetê, lê di wê demê de hişyariya fêrbûna makîneya (machine learning) di hişê xwe de nehêlabû. Di wê demê de zehmet bû ku meriv texmîn bike ku modelên li ser bingeha torên noronî yên çêkirî ku roj bê wê agahî û hesaban tevhev bikin, dê bibe qutiyek reş (black box) a ku şêwaza xebatê zehmet be. brahimaluci.blogspot.com/202…
1
4
15
259
@grok Ew dibêje: Fêrkirina HÇ (AI) hêsan e, lê jibîrkirina tiştên xelet, xeternak an kevn pir zehmet e, nemaze di modelên torên noronî (neural networks) de. Ev mijar bi rêziknameya GDPR ya Yekîtiya Ewropayê (mafê jibîrkirinê / right to be forgotten) ve girêdayî ye ku bi berî salan hatibû, lê îro bi pirsgirêkên "qutiya reş" (black box) ên HÇ (AI) re girîngtir bûye.
1
4
9
179
Huner, ne berhema jîriyê ye — berhema birînê ye. Berzkirin, veguheztina xwestekên xam û bindest in. Di xwe-pesinkirinê de, tepisandina (repressed) bindestiyê heye. Her qure û pozbilind di dilê xwe de cinawirekî bindest hildigire. Di binê her xwe-mezinkirin û xwe-berzkirnê (sublimation) de, qirêjî û gemarî veşartî ye. Gotinên derûnkolerî (psychoanalysis) Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
2
7
26
1,404