Bi şîara “Bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ber bi Civaka Komunal ve” Konferansa me ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a du rojan pêk hat.
Di nîqaşên ku di dirêjahiya du rojan de hatin meşandin da, hemû xalên ku em tê de kêm û ne bes mabûn hatin nirxandin; ji bo serdema nû, di çarçoveya polîtîkayên civakî, siyasî û pratîk ên qada me de biryar hatin girtin û yekîtîyek xurt a îradeyê hate derxistin holê.
Bi vê îradeya ku di konferansa me de derket holê, em careke din soza xwe nû dikin ku em ê bigihîjin civaka komunal.