Binêrin General Mela Mistefa Barzanî babê Serok Bazranî çi bo Serokê Fransa nivîsî sala 1968.
🔴 Deqa nameya Mela Mistefa Barzanî bo General Charles de Gaulle – Serokê Fransa
General,
Delîveyê bidinê pîremêrêkî wek min, da ku ev daxwaza girîng bigihêje destê we; pîremêrêkî ku ji destpêka lawîniya xwe ve bo azadî û parastina keremeta gelê xwe têkoşînê dike.
Hûn mezin-tirîn têkoşerê serhildana neteweyî li Ewropayê bûn; hûn ew kes in ku welatê xwe ber bi serfiraziyê ve birin. Ez bawer nakim ku hûn neşên hest bi êş û azarên gelê Kurd, ew gelê çiyayî bikin—yê ku şeş sal in li Bakurê Îraqê di têkoşînek bê rawestan de ye.
Ji wê jî pirtir, hûn ne tenê serokê Fransa ne, belkî serokê wê neteweya bilind û payebilind in ku prensîpên azadiya siyasî û mebdeya mafê çarenûsa gelan pêşkêşî cîhanê kir. Hûn, General de Gaulle, rizgarkirê welatên biyanî yên ku fransî diaxivin bûn, dijminê sersextê raman û çewsandinê ne û dostê rastê her mirovekî azadîxwaz in.
General,
Hûn li dijî derbirîna nerazîbûnê li hember şerê Viyetnamê rawestiyan; ez piştrast im ku li cem we doza gelê Kurd ji ya Viyetnamîyan kêmtir nîne.
Em di vê şer û têkoşîna parastina neteweya xwe de bi temamî tenê ne. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li pişt Îraqê ye, herweha çendîn hêzên mezin jî di alîkariya Îraqê de ne û bi nûtirîn çekên wêranker re alîkariya wî dikin. Ji ber vê yekê, di dawiyê de, tenê kesê ku em dikarin hêvî li wî bikin Fransa û General de Gaulle .
Îro, dema ku Îraq daxwaza çekan ji Fransa dike, em dibînin ku bêyî çareserkirineke mebdeyî ya pirsgirêka Kurd, her şandina çekan bo Îraqê tenê dê bibe sedema wêrankirina welatê me û kuştina bi kom a jin û zarokên me.
Qur’ana Pîroz dibêje: “Bo her mirovekî li ezmanan behiştek piçûk heye ku di dema nîvêjê de dikare berê xwe bide wê.” Hûn û Fransa behişta ezmanî ya me ne.
Mistefa Barzanî
Îraq – Kurdistan
8ê Şubata 1968